• Tuesday, 17 February 2026
logo

Kerkûk- Hêzên Pêşmerge deverê rizgar dikin

Gulan Media April 18, 2015 Nûçe
Kerkûk- Hêzên Pêşmerge deverê rizgar dikin
Hêzên Pêşmerge li rojavayê Kerkûkê, ji aliyê gundê Cedîdeyê, dest bi operasyoneke berfireh li dijî DAIŞê kirin û di encamê çend cih xistin destê xwe de.

Peyamnêrê Rûdawê ragihand: “Îro serê sibehê, Hêzên Pêşmerge li rojavayê Kerkûkê, dest bi operasyoneke berfireh li dijî çeper û navendên DAIŞê kirin.”

Rêveberê Polîsên Navçe û Nahyeyên Kerkûkê, Emîd Serhed Qadir ji Rûdawê re ragihand: "Hêzên Pêşmerge gundê Til Ehmed û xeta tirênê ya di navbera gundê Beşîr û Uzêriyê de kontrol kirin."

Li gorî agahiyên peyamnêrê Rûdawê, “Operasyona Pêşmerge bi piştevaniya balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî ye û armanca wê girtina gundên Uzêriye û Etşaniye ye.”


Lê niha peyamnêrê Rûdawê ji nava gundê Uzêriye ragihand: "Ev gund bi temamî ket destê Hêzên Pêşmerge de û niha berê xwe dane gundê Etşaniye."

Meha Adara borî, li sînorê eniya Daquqê, Hêzên Pêşmerge gundên Sead, Xalid û Wehde kontrol kirin û li wir gihîştin Wadî Neft. Herwiha ji aliyê başûrê Kerkûkê jî devereke berfireh girtin.

Li gorî peyamnêrê Rûdawê, ew êrişa Pêşmerge bo xistina guvaşê ye li ser navçeyên li derdora gundê Beşîr e.

Rudaw
Top