Amerîka: Bijaradey leşkerî li dijî Îranê hê li berdest e
Berî demekê Rûsyayê ragihand ku, ew dê sîstema S-300 a rokêtan bifroşe Îranê, Amerîka jî ev pêgav bi gef û metirsî daye zanîn.
Di vê derbarê de Serokerkanê Amerîka Martin Dempsey ragihand ku, bijardeya leşkerî ji aliyê Amerîka bermamber programa atomî ya Îranê ve “Hê li berdest e.”
Dempsey diyar kir jî ku, di planên xwe de Amerîka karîna Îranê ji rokêtan, tevî sîstema S-300, berçav girtiye.
Destpêka Nîsanê, her 5 welatên zilhêz tevî Elmanya rêkeftineke destpêkî derbarê programa atomî ya Îranê de ligel welatê navborî îmze kiribûn.
Li gor wê rêkeftinê, dê Îran 10 salan çalakiyên xwe yên atomî rabigire, di beramber de jî wê civaka navdewletî guvaş û cezayên ku bi ser wî welatî de spandine, nehile.
Basnews
