Civata wezîran kiryara terorîstiya bajarokê Enkaweyê şermezar dike
Ev li jêr teksta daxuyaniya civata wezîrên herêma Kurdistanê:
Em bi dijwarî tawana terorîstiya roja 17ê nîsana 2015ê li bajarokê Enkawe hatiye encamdan û tê de xelkê sivîl kirine armanc şermezar dikin. Ev tawana tirsinokeya terorîstan nîşana hovatiya wane û di heman demê de belgeyê şikestin û têkçûna terorîstane li hember hêza pêşmerge û xweragiriya cemawerê Kurdistanê.
Ev tawan weke her tawnake din ya terorîstan, ji bona rûbirûbûn û têkşikandina bereyê teror û tariyê û bingorkirina xewinên wan yên cehnemî zêdetir moral û hêzê bi me dide.
Em sersaxiyê pêşkeşî malbatên şehîdên bê tawanên vê kiryara terorîstan dikin û hêviya çakbûnê bo birîndaran dixwazîn û em careke din tekîd dikin ku, heta serkeftina bi yekcarî dê li ser şikandin û bingorkirina terorîstan li her derê bin berdewam dibin.
Civata wezîrên herêma Kurdistanê
17.04.2015
