• Tuesday, 17 February 2026
logo

Şehîdên teqînê ji Bakurê Kurdistanê bûn

Gulan Media April 18, 2015 Nûçe
Şehîdên teqînê ji Bakurê Kurdistanê bûn
Di teqîna duhî ya li nahiyeya Enkawa ya Hewlêrê de, 2 kes şehîd bûn ew jî ji Bakurê Kurdistanê bûn.

Duhî teqînek li nêzîk konsulxaneya Amerîkayê li nahiyeya Enkawa ya ser bi Hewlêrê ve pêkhatibû û di encamê de 2 welatiyên sivîl şehîd bûn û 8ê din jî birîndar bûn.

Piştî teqînê 2 kurdên Bakurê Kurdistanê bi navê Sadettîn Şen û Bûlent Onen nema xuyakirin, lê îro diyar bû ku ew herdu kesên ku şehîd bûne, ew herdu kes in.

Sadettîn Şen û Bûlent Onen xelkê bajarê Mêrdînê yê Bakurê Kurdistanê bûn û li Başûrê Kurdistanê kar dikirin.


Malbatên wan ji Bakur hatine û dê termên wan bi xwe re bibin û li nexweşxaneya Amedê jî pişkinîna DNA ji wan re çêkin da ku ji wan piştrast bibin.

Ji ber şewata termên wan, zû diyar nebû ku ew herdu kesên şehîd ew in.


Bavê Bûlent Onen ji Rûdawê re axivî û got ên ku karesata Enfalan anîn serê kurdan, duhî teqîn jî li Hewlêrê pêkanîn.


Rudaw
Top