Elî Qeredaxî teqîna Hewlêrê şermezar dike
Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Cîhanî ya Zanayên Ola Islamê, Elî Qeredaxî di daxuyaniykê de îro, 18ê Nîsanê, ragihand ku, teqîneya bajarê Hewlêrê “berovajî bingehên pêkvejiyan û aştiyê û parastina mafên mirov di isalmê de ye.”
Duh piştî nîvro, teqînek li nêzîk konsulxaneya Amerîkî li nahiyeya Enkawa ya ser bi Hewlêrê ve pêkhatibû, di enacm de 2 welatiyên sivîl şehîd bûn û 10 ê din jî birîndar bûn, li gor daxuyaniya Asayişa Hewlêrê.
Elî Qeredaxî di daxuyaniya xwe de nivîsiye jî “Em wî karê terorîstî şermezar dikin, ku duh li Hewlêrê pêkhatibû û ji sedema wê bêhtir ji 10 welatiyên sivîl hatn kuştin û birîndarkirin.”
Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Cîhanî ya Zanayên Ola Islamê wiha berdewam kiriye: “Ew kar sedemek ji bo neşêrînkirina islam û misilmanan, ji ber wê yekê, erkê hemp aliyekî ye ku parastina aştî û aramiya Herêma Kurdistanê bike.”
Basnews
