Biden: Em li hevbeşiyeke stratejîk ligel Iraqê digerin
Joe Biden di kongreyeke rojnamevanî de li Washingtonê ragihand: “Alîkarîkirina Iraqê di şerê li dijî DAIŞê de wê berdewam be. Em li hevbeşiyeke stratejîk ligel Iraqê digerin.”
Biden herwiha careke din piştgirî da Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî û hikûmeta wî.
Cîgirê Serokê Amerîkayê bal kişand ku welatê wî bi yekîtiya axa Iraqê û serxwebûna wê re ye û hewil dide xwestekên Iraqê pêk bîne.
Biden berî kongreya rojnamevaniyê, di çarçoveya konferanseke taybet bi rewşa Iraqê û têkiliyên navbera herdu welatan de, ligel Heyder Ebadî civiya.
Rudaw
