Şeşo: Herin li Tirkiye û Sûriyê kantonan çêbikin
Qasim Şeşo li mezargehê Şerfedîn tevlî bulteneke Rûdawê bû û derbarê rewşa Şingalê de daxuyanî da.
Şeşo diyar kir ku niha aliyê bakurê Şingalê hemû di destê Hêzên Pêşmerge de ye û aliyê başûr jî di destê DAIŞê de ye.
Qasim Şeşo ragihand ku eger serokê Herêma Kurdistanê ferman bide ewê di 48 yan di 24 saetan de Şingalê bi temamî ji destê DAIŞê derxînin.
Wî fermandarê Pêşmerge li Çiyayê Şingalê wiha got: “Şingal beşek e ji Kurdistanê û jê nayên veqetandin.”
Qasim Şeşo bal kişand ku hemû xortên kurdên êzîdî amade ne çek rakin û bergiriyê li axa xwe bikin, herwiha bang li Barzanî kir ku çekan bide xortên di nava kampan de ji bo ku bergiriyê li Şingalê bikin.
Şeşo bê ku bi nav bike, rexne li wan kes û aliyan kir ku dixwazin kantonan li Şingalê ava bikin û got: “Herin li Tirkiye û Sûriyê kantonan çêbikin.”
Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Çiyayê Şingalê herwiha ew kes û alî tometbar kirin ku ew li birakujî û şerê navxweyî digerin.
Fermandarê Pêşmerge li Çiyayê Şingalê diyar kir ku ew li dijî şerê birakujiyê ne û hêvî xwest tiştekî wiha çênebe.
Lê di heman demê de got: “Ti mirov qebûl nake yek ji derve were û wî ji mala wî derxîne.”
Rudaw
