• Tuesday, 17 February 2026
logo

Berpirsekî PDK bi tundî bersiva Kalkan dide

Gulan Media April 16, 2015 Nûçe
Berpirsekî PDK bi tundî bersiva Kalkan dide
Serkirdeyekî PDK dibêje, bila Kalkan here gundê xwe û Bakurê Kurdistanê azad bike û piştire behsa Şingalê bike.

Endamê Encûmena Serkirdatiya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Elî Ewnî di daxuyaniyekê de îro, 16ê Nîsanê, ragihand ku, Kalkan ne berpirsê kurdên êzdî ye heta ku li şûna wan biaxife û got: “Mafê wî nîne ku behsa Başûr, Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê bike.”

Pêr, 14ê Nîsanê, Endamê Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdstanê (KCK) Dûran Kalkan gotibû ku, nabe Başûrê Kurdistanê tenê ji Hewlêrê were birêve birin, divê Şingalê, Dihok, Zaxo û Silêmanî rêveberiya wan a xweser hebe.

Di bersiva vê daxuyaniya Kalkan de, Elî Ewnî ragihand ku, bila Kalkan gundê xwe û Bakurê Kurdistanê azad bike û piştire Şingal û Herêma Kurdistanê bike.

Navborî diyar dike ku, ji piştî 2003an ve PDK “roj û şev kirine ye” ji bo xizmetkirina kurdên êzdî wiha berdewam kir “Kurdên êzdî Hikûmet Herêma Kurdistanê bi xwedanê xwe dizanin, derbideriya wan li navçeyên di bin desthilata Herêma Kurdistanê de, wê yekê piştrast dike.”

Herwiha Ewnî got: “Bila ji Kalkan re diyar be ku Şingalê tenê ji aliyê PDK ve nayê rêvebirin, Hikûmeta Herêma Kurdistanê hikûmetek bingeh fereh e û hemû aliyên siyasî têde beşdarin, ew hikûmet jî bi dengdan hatiye hilbijartin, ne wek wan bi dektatoriyetê.”

Basnews
Top