• Tuesday, 17 February 2026
logo

Bexda weke pêwîst çek nedaye hêzên pêşmerge

Gulan Media April 16, 2015 Nûçe
Bexda weke pêwîst çek nedaye hêzên pêşmerge

Wezareta derve ya Amerîkayê dibêje Bexda çekên pêwîst nedaye hêzên pêşmerge.

Duh her yek ji Serokê Amerîkayê Barack Obama û Serokwezîrê Îraqê li Washingtonê civiyan û di civîna han de Serokwezîrê Îraqê Heyder Ebadî daxwaza hevkarî ji Amerîkayê kir û Serokê Amerîkayê Barack Obama jî eşkere kir ku hem di şerê dijî terorê de û hem jî di warê însanî de vê Amerîka hevkariya Îraqê bike.

Obama herwiha eşkere kir ku vê bi mebesta gehandina hevkariyên însanî Amerîka 200 miliyon dolarên din bide Îraqê.

Ji aliyeke din ve jî her îro wezareta derve ya Amerîkayê eşkere kir ku di şerê dijî terorîstên DIŞIê de Bexda weke pêwîst çek û cebelxane ji bo hêzên pêşmerge neşandiye û lazime Bexda helwesta han biguhere.

Top