Erkên Barzanî û daxwaza aliyên siyasî
Di hola Parlementoya Kurdistanê de û di civînên aliyên siyasî, yên aşkere û nehênî de, aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê dest bi gotûbêjan kirine û nêrînên xwe derbarê heyama Serokatiya Herêma Kurdistanê û sîstema hikumraniyê de vediguherin.
Her yek ji Tevgera Goranê û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) di çend boneyan de balkişande ser “sîstema parlementoyî” ji bo Kurdistanê, Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) heta niha helwesta xwe yekalî nekiriye û diyar dike jî ku ew dê ligel aliyên din bigihe rêkeftinekê.
Lê heta niha hemû amaje wê yekê derdixin ku, YNK û Goran ew bîroke li cem wan heye ku heyama serokatiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî du salên din jî dirêj bikin, heta ku Herêma Kurdistanê vê qonaxa aloz derbas bike.
Barzanî di sala 2005an de bi awayekî rasterast ji aliyê xelkên Herêma Kurdistanê ve, di sala 2009an de ji aliyê Parlementya Kurdistanê ve hatiye hilbijartin, di 30 Hezîrana sala 2013an de heyama serokatiya bo 2 salan di parlemenoyê de hatibû dirêjkirin.
Erk û Mafên Serokê Herêma Kurdistanê çi ne
Li gorî Yasaya Serokatiyê Herêma Kurdistanê, erk û mafên Serokê Herêma Kurdistanê ev in: Biryara tevlîbûna şerê hundir û derva ya ji bo Pêşmergeyan. Damezrandina Fermandarê Giştî yê Pêşmergeyan. Şêwirmendê Pêkhateyêm Îstixbaratê. Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdarî. Pesendkirin û redkirina yasayên ku ji Parlementoya Kurdistanê dertên. Aşkerekirina dema hilbijartinên giştî. Di rewşên awarte de hilweşana Parlementoyê. Danîna biryarnameyên di hukmê yasayê de. Lêborîna giştî. Rawestandin û guhastina wekî heta hetayî ya biryarên darvekirin. Ragihandina rewşa awarte. Komkirina encûmea wezîran eger pêwîst be. Biryara sazkirina hikûmeta berwext. Redkirina serokwezîr û wezîrekê ji kabîneyê. Danîna post û dezgehên nû yên taybet. Payedayîn û payexistina rêvebirên leşkerî û polîsan.
YNK, Goran û PDK çi dibêjin?
Li gor ku tê xuyakirin, amaje hene ku YNK û Goran “bi merc” razî ne li ser dirêjkirina heyama serokatiya Barzanî. Mercên her du aliyên navborî jî ew in ku, erk û mafên Barzanî di wê postê de bên sînordarkirin û kêmkirin û bo Parlementoya Kurdistanê bên spartin, di vê derbarê de jî pêşniyarên xwe pêşkêşî Serokatiya Parlementoya Kurdistanê kirine.
Ji aliyê xwe ve, Parlementerê Tevgera Goran Şêrko Mihemed Emîn di daxuyaniyekê de wiha dibêje: “Wekî Tevgera Goranê, me ji hemû aliyan re aşkere kir ku divê li Herêma Kurdistanê jî sîstema serokatiya mîna li Iraqê hebe. Li Bexdayê, Serokomar ji aliyê Parlementoya Neteweyî ve tê hilbijartin. Erkên wî jî temsîlî ne. Li herêma Kurdistanê jî rewş berovajî ye. Erkên Serok pir in.”
Parlementerê YNK Goran Azad jî diyar kir ku li Herêma Kurdistanê sîstemeke têkel a serokatî û parlementeriyê heye û got: “Em li dijî sîstema serokatiyê ne û em dixwazin ku sîstema parlementerî hebe. Em dixwazin ku parlemento serokê herêmê diyar bike û ji ber vê jî di çarçoveya vê helwesta xwe de, me pêşniyar pêşkêşî serokatiya parlementoyê kir.”
Parlementera PDK Amîne Zikrî jî dibîje ku, Goran û YNK rewşê mezin dikin û balkişande ser rola Barzanî û got: “Dema ku Pêşmerge ji bo Kobanê hatin şandin, Barzanî ji parlementoyê xwest ku destûrê bide. Parlementoyê jî biryara çûyîna Pêşmergeyan bo Kobanê da. Ji bilî vê em tekez dikin ku serok ji aliyê gel ve were hilbijartin. Heger xelk bi xwe Serok hilbijêre dê pêvajoya demokratîk bêhtir xurt be.”
Islamî û Tirkmen jî xwedî helwestin
Her du aliyê islamî yên sereke li Herêma Kurdistanê, Komela Islamî ya Kurdistanê û Yekgirtûya Islamî ya Kurdistanê, daxwaza sîstema parlementoyî ji bo hukimraniya Herêma Kurdistanê diki, eger PDK, Goran û YNK gehiştine lihevkirinekê, dê her du aliyên islamî jî bên razîkirin.
Bereya Tirkmenî jî ligel wê yekê ye ku, heyama serokatiya Barzanî bê dirêjkirin “Ji ber ku Barzanî xwedan sîmayên siyasî û dîplomasî ye” herwiha gelek peywendiyên wî bi welatên herêmî û cîhanê re hene, lewma ew “baştirîn kes e ku Kurdistanê di vê qonaxê de birêbe bibe”, li gor ku serokê wê bereyê Aydin Merûf ji heftenameya Bas re ragihandiye.
Aydin Merûf diyar kiri jî ku, ew dibînin ku sîstema serokatî ji ya parlemetoyî baştir e.
Roja 19ê Tebaxa bê, heyama serokatiya Barzanî bidawî tê, lewma aliyên siyasî hewlên xwe dikin daku heta beriya wê berwarê wê pirsê yekalî bikin, da ku valahiyeke destûrî li Herêma Kurdistanê çênebe.
Serokatiya Parlementoya Kurdistnê jî, ligel aliyên siyasî yên sereke li Kurdistanê civiyaye, ji bilî PDK, ji bo wergirtina nêrîna wan li ser pirsên di rojevê de, dibe ku car din Serokê Herêma Kurdistanê ji aliyê parlemntoyê ve bê hilbijartin, ji ber ku nêrîna praniya aiyan bi vî arasteyî ye.
Parlementoya Kurdistana ji 111 parlementeran pêk tê. PDK bi 38, Goran bi 24, YNK bi 18, Yekgirtû bi 10, Komel jî bi 6 kursiyan di parlementoyê de cih digrin. Kursiyên din jî ji partiyên biçûk û pêkhateyên li Herêma Kurdistanê re hatine terxankirin.
Basnews
