Rûmadî- DAIŞ gihîşt nava bajêr
Parlamenterê Iraqê ji Fraksiyona Hevpeymaniya Hêzên Sunî, Mihemed Nasir Dilî ji Rûdawê re ragihand: “Çekdarên DAIŞê gihîştin nava avahiyên hikûmî yên nava bajêrê Rûmadî û niha li nêzîkî Fermandeya Operasyona Enbarê ne.”
Mihemed Nasir Dilî wiha got: “Hêzên Iraqê hemû ji Rûmadî vekişya ne û tenê çekdarên eşîran şer li dijî DAIŞê dikin.”
Dilî wiha domand: “Li navçeya Elbûxanim tabûrek ji hêza polîsê Iraqê paş vekişiya ye, lewma 38 alavên leşkerî, ji wan 30 otomobîlên hammar ketin destê DAIŞê de.”
Tê zanîn ku Artêşa Iraqê û hêzên ewlehiyê û çekdarên Heşdul Şeibî yên şîe, xwe amade kirine bo operasyona kontrolkirina Enbarê, lê çekdarên DAIŞê pêşve diçin.
Rudaw
