Parlamentoyo Ewropayê: Bûyerên 1915ê nijadkujî ye
Parlamentoya Ewropayê civîna xwe ya îro de pêşnûmeya digot bûyerên 1915ê nijadkujî ye pejirand.
Ewropa banga Tirkiyeyê kir ku ew jî wan bûyeran weke nijadkujî binasine û herwiha arşîvên xwe jî jo bo lêkolînan veke.
Dema pêşnûme li Parlamentoya Ewropayê de hat pejirandin, li qada Luksemburgê hin welatiyên Tirkiyeyê kom bûn. Di desta wan de ala Tirkiyeyê hebûn û biryara parlamentoyê protesto kirin.
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan jî derbarê biryara de wiha got: “Biryar çi be bila ew be, di vî guhê me re diçe, di guhê dî re derdikeve.”
Beriya niha Papa jî ji bo bûyerên sala 1915ê gotibû nijadkujî ye.
Rudaw
