Serok Barzanî: “Ez alîgirê doza gelê xwe me”
Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî di hevpeyvînekê ligel televîzyona al-Jazeera ya erebî de roja,14ê Nîsanê, ragihand ku, cûdahiya nêrînan û hebûna nankokiyan li Kurdistanê tiştek asayî ye.
Derbarê peywendiyên Herêma Kurdistanê ligel welatên cîhanî û herêmî de, bi taybetî Tirkiyê û Îran Serok Barzanî got: “Helwesta me ligel hemû welatan li gorî berjewendiya gelê me û helwesta wan welatan ji gelê xwe ne, Tirkiyê û Îranê du cîranên me ne, asayî ye ku peywendiyên hevkariyê di navbera me de hebin (…) Lê bi her awayekî em rê nadin Îran û Tirkiyê û her welatekî din ku destêwerdana karûbarên me yên navxweyî bikin.”
Barzanî tekez kir jî ku “Ji hemû welatan re aşkere bû ku Herêma Kurdistanê fakterekî cîgîrbûnê û ne fakterekî metirsîdariyê e.”
Derbarê pirsa ku Barzanî ji Tirkiyê nêzîktire ji Îranê, Barzanî got: “Ez ne alîgirê ti welatekî me, ez alîgirê doza niştimanê xwe û doza gelê xwe me.”
Barzanî balkişande ser nakokiyên navxweyî yên Herêma Kurdistanê û got: “Hebûna nêrînên cûda û nakokiyan tiştek normal e, eger ew cudahî neba, dê ev hemû partî nehatiba damezrandin. Lê hemû pêbendî stratejiya niştimanî û neteweyî ne.”
Serokê Herêma Kurdistanê tekez li ser hilweşana rêkeftina Sykes-Bîcot li Rojhilata Navîn kir û balkişande ser wê yekê ku, piştî bidawîhatina şer û cengê, dê sînorên nû werin nexşandin, di nav wan de sînorê Kurdistanê jî û got: “Em dê lihev têbigihin”
Derbarê pêgeha Kurdistanê jî dema nexşandina sînorên nû Barzanî got: “Bêguman, piştî hemû qurbanîdanê, çawa em dê vekişin, divê Kurdistanê di rewşek baştir de be.”
Barzanî balkişande ser navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê, ku niha di bin kontrola Pêşmergeyên kurdistanê de ne û tekez li ser encamdana referandûmê kir û wiha berdewam kir: “Em ê rêz li biryara şêniyên wan navçeyan bigrin, divê referandûm were encamdan û em dê pêbendî encaman bibin.”
Ji bo yekem car jî Barzanî aşkere kir ku, di nav welatên ku alîkarî pêşkêşî Herêma Kurdistanê di şerê li dijî rêxistina Dewleta Islamî ya radîkal (DAIŞ) kirin “Çend welatên erebî hene, lê ji ber pêgeha wan welatan em nikarim navê wan aşkere bikin.”
Derbarê rola Herêma Kurdistanê di proseya aştî û çareseriyê de, Barzanî amaje kir ku, Herêma Kurdistanê roleke mezin di ji hev nêzîkirina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û hikûmeta Tirkiyê de dîtiye ji bo destpêkirina danûstandinan.
Barzanî tekez kir jî ku “Herêma Kurdistanê amadeye beşdarî her hewleke bibe ji bo dîtina çareseriyeke aştiyane çi li Tirkiyê û çi parçeyên din be.”
