Balukan: HDP di bin bendavê de bimîne AKP dê şer bike
Cîgirê serokê Koma HDP'ê êo parlemana Tirkiyê û endamê şanda Îmraliyê, Îdrîs Baluken diyar kir ku heke HDP di bin bendavê de bimîne AKP dê şer bide destpêkirin.
Baluken li bajarê Çewlîkê di civîna li gel welatiyan de balkişand ser pêvajoya çareseriyê û da zanîn ku hikûmeta AKP'ê biryara şer girt û wiha axivî: "Pêvajoya çareseriyê bi saya Birêz Abdullah Oalan berdewam dike. Hikûmeta AKP'ê di cîvîna MGK'ê ya dawî ya 13 seatan berdewam kir de biryara şer girt. "
Ew yek jî aşkira kir Idrîs Balukan got: "Biryara di civînê de hatî girtin heke hilbijartine nebe dê xistiban meriyetê. Lê niha ji ber em di pêvajoya hilbijartinê de ne AKP bi guman nêzî biryara şer dibe. Ji ber ku hewcehiyên wê bi dengên gelê Kurdistanê hene. "
Li dawiya axaftina xwe de Balukan teqez kir û got: "Heke di vê hilbijartinê de AKP destê xwe xurt bike û HDP'ê di bin bendavê de bihêle dê şerekî mezin bide destpêkirin. Tiştên li Agiriyê pêk hatin jî perçeyekî biryara şer a di MGK'ê de hatin girtin e."
Jêder: DIHA-Xendan
