Şanda Îmraliyê û Leyla Zana bo şopandina bûyera Diyadînê çûne Agiriyê
Endamên Şandaa Îmraliyê Pervîn Buldan, Ceylan Bagriyanik û Xetîb Dîcle û Namzeta HDP'ê ya Agiriyê Leyla Zana ji bo derxistina rastiya pevçûna li Çiyayê Tendûrekê ya Diyadînê ya wîlayeta Agiriyê di navbera serbazên artêşa Tirkiyê û gerîlayên PKKê de û ji bo aşkira kirina rastiya bûyerê serdana Agiriyê kirin.
Kandîda HDP'ê ya Agiriyê Leyla Zana piştî ku gihîşte Agiriyê di axavtinekê de diyar kir, ku wê nedixwast bi xemgînî serdana Agiriyê bike û got: " Ez bawer dikim êşa me dê me bi hêz bike. Em dê vê êşa xwe bikin yêkîtî. Ez bawer dikim ku em dê azadiya xwe di sed sala 21'mîn de ji hemû cîhanê re rabigihînin. Hêzên tarî ti caran naxwazin gelê kurd keyfxweş be."
Ji aliyê xwe ve Pervîn Buldan ragihand ku divê hemû aliyên vê bûyerê bihên zelalkirin û got: Agahiyên em ji şahidên bûyerê digirin ji bo pêşkevtina pêvjoya aştiyê girîng in, emê agahiyan bigihînin bi rayedarên dewletê li Enqerê."
Piştre şandaa Îmralî û kesên pê re ber bi Giyadînê ve bi rê kevtin.
Jêder: DIHA-peyamner
