• Tuesday, 17 February 2026
logo

Erdogan: Divê çek ji binî bên danîn

Gulan Media April 15, 2015 Nûçe
Erdogan: Divê çek ji binî bên danîn
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan li ser bûyerên Agirî HDPê rexne dike û dibêje ku hikûmetê bi biryareke siyasî dest bi pêvajoya aştiyê kiriye ne ji ber pêwîstiyeke serbazî.

Recep Tayyip Erogan li Koşka Komarî ya Aksarayê gotarek pêşkêş kir û got ku HDPê peymanên xwe yên ku ji bo pêvajoyê dabûn bicih nekirine û der barê bûyera li Agiriyê de wiha got:

"Heger li meydanê provakasyonek hebe, ev ne ya dewletê ye, ev provakasyona partiya ku di bin kontrola rêxistina terorê de ye. Tê îdiakirin ku cendirmeyên birîndar li wir hiştine, qaşo cendirme bi halê xwe yê birîndar li wir mane. Sivîl û mensûbên rêxistinê cendirmeyan xilas kirine. Ev ji binî derew in.".

Erdogan anî ziman ji bo pêvajoya çareseriyê baş bimeşe divê çek ji binî bên danîn û wiha got: "Ne ku çekan derxin derveyî welêt û di derekê de veşêrin. Wekî mînaka Îrlandayê bikin binê erdê û betonê berdin ser. Heger ev neyê kirin, tê wê meneyê ku terefê din li ser sozê xwe nîne û peymana xwe pêk neaniye."

Berî 3 rojan li bajarê Agirî yê Bakurê Kurdistanê şer navbera gerîlayên PKKê û leşkerên Artêşa Tirkiyê derket û di encamê de gerîlayekî PKKê ligel welatiyekî şehîd ket û leşkerekî Tirkiyê jî birîndar bû.

Rudaw
Top