• Tuesday, 17 February 2026
logo

Welatek din hêza xwe dişîne Kurdistanê

Gulan Media April 15, 2015 Nûçe
Welatek din hêza xwe dişîne Kurdistanê
Parlamentoya Meceristanê (Hungarya) razîbûye li ser şandina 150 leşkerên xwe bo Herêma Kurdistanê, ew jî wek piştevaniyekê bo Başûrê Kurdistanê.

Parlamentoya Meceristanê duhî di rûniştina xwe de û bi dengê 137 parlamenteran razî bû li ser şandina 150 leşkerên welatê xwe bo Kurdistanê, ew jî wek piştevaniyekê di şerê li dijî DAIŞê de.

Yên ku deng nedan parlamenterên partiyên dijbereyê bûn.

Piştî wê dengdanê Wezareta Derve ya Meceristanê ragihand: Rêxistina DAIŞê gefe li ser hemû cîhanê, pêwîst e ew gef bi ciddî were dîtin.

Wezareta Derve besa dema şandina wan leşkeran nekir, lê beriya niha rayedarên wî welatî gotibûn, ew leşker dê naverasta meha Huzêranê bigihên Herêma Kurdistanê û dibe heta dawiya sala 2017an bimînin.

Tê zanîn ku leşkerên gellek welatên cihanê li Herêma Kurdistanê ne û wek şêwirmend alîkariya Hêzên Pêşmerge dikin û bi karê perwedeyê radibin.

Rudaw
Top