Mesrûr Barzanî û Bruno Saccomanî civiyan
Mesrûr Barzanî li gel Kunsulusê Kanadayê yê li Îraq û Urdinê civiya.
Duh Şêwermendê civata ewlekariya Kurdistanê birêz Mesrûr Barzanî pêşwaziya Kusnusluê Kanadayê yê li Îraq û Urdinê Bruno Saccomanî û heyeteke pê re kir.
Di hevdîtinê de behsa pêşhat û pêşdeçûnên ewlekarî, hevkariyên leşkerî û însanî û herwiha peywendiyên siyasî û abûrî yên di navbera Kurdistan û Kanadayê de û pêdiviyên şerê dijî terorîstên DIŞIê hate kirin.
Di vê derbarê de Şêwermendê civata ewlekariya Kurdistanê birêz Mesrûr Barzanî tekez li ser girîngiya bihevre kar kirin di şerê dijî terorîstên DIŞIê de kir û got: Em dost û hevbeşin lewre lazime bihevre kar bo têkşikandin û paşekeşî pê kirin bi terorîstên DIŞIê û bihêztir kirina peywendiyên heyî yên di navbera her du aliyan de bidin.
Li hember de Bruno Saccomanî kêfxweşiya xwe ya li hember pêşkeftinên heyî diyar kir û eşkere kir ku pêşkeftinên heyî yên li Kurdistanê de ên di warê siyasî, abûrî û însanî de hatine bidestxistin cêyê kêfxweşiya mene û bo me gelek girîngin û em dixwazin bihevre li gel we kar bikin û ew yek jî bikin bingeha pêşeroja peywendiyên navbera Kurdistan û Kanadayê.
