• Tuesday, 17 February 2026
logo

Peyama Serok Barzanî ya 27. salvegera karesata Enfalê

Gulan Media April 15, 2015 Nûçe
Peyama Serok Barzanî ya 27. salvegera karesata Enfalê
Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Li salvegera bîst û heft saliya destpêkirina şalawa Enfalê ya li dijî zarok û gedeyên gelê me da hezaran silav ji bo giyanê pakê şehîdên enfalê û hemû şehîdên Kurdistanê re dişînîn û serxweşiyê li malbat û kesukarên serbilindên enfalê dikîn. Di demek da em vê bîranînê dikîn ku Pêşmerge bi qehremanane li sengerên bergirî kirinê daye û efsaneya terorîstan û dijminên mirovayetiyê şikandin. Azadîxwazî û pabendbûna gelê Kurdistanê bi bihayên bilinde ku hana dijminên Kurd dide wiha dilreqane êrîşî gelê mazlum û sîtemdîtiyê Kurdistanê bidin. Vê carê jî dijminên gelê Kurdistanê bi heman nefesa dijminkarane û ne însaniyaneya enfalçiyan êrîşên dirindane kirin ser gelê Kurdistanê lê belê xweragiriya gelê Kurdistanê û qehremaniya Pêşmerge rê neda terorîst û dijminên Kurdistanê bigihin armancên xwe bi şûm.

Enfal pileyekî şermezariye li ser milê dijminan û cîhanê ku li beranber vê karesatê da bêdengiyê hilbijard. Li vê bîranînê de eve dûpat dikîn ku pêwîste hewlên bi jenosayd nasandina enfalê li ser asta cîhanê berdewam bin û bigihin encamek û her wiha dewleta Iraqê jî berpirsiyare li qerebû kirina kesukarên serbilindê enfalkiriyan û pêwîste Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi baştirîn awayî xizmeta malbatên şehîdên enfalê bike û termê pîrozê hemû şehîdên enfalan jî vegerênê ser axa nîştîman.

Li yada vê karesata diltezîn da baştirîn wefa ji bo qurbanî û şehîdên enfalê parastina yekrêziya gelê me ye û destgirtine bi berjewendiyên bilindên welatê me, ji bo wê yekê ku bikarîn vê qonaxa dijwar û tehdîdên rûbirûyê gelê me dibê bi serkeftî derbas bikin.


Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
14.04.2015

Top