Hêzên Kurdî ber bi Reqayê ve pêşrewî dikin
Hêzên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê ber bi Reqayê ve pêşrewî dikin.
Di vê derbarê de komîteya mafên mirovan ya Sûriyayê û çavkaniyên opozîsyona Sûriyayê belav kirin ku ew çend roje hêzên Kurdî derbên dijwar li terorîstên DIŞIê didin û hêzên Kurdî karîne zêdetir ji 5 gundên ser bi parêzgeha Reqayê yaku weke paytexta DIŞIê tê nasîn azad bikin.
Komîteya mafên mirovan eşkere kir ku di nava wan çend rojan de hêzên Kurdî bi giştî karîne 7 gund û çendîn kargehên curbicur ji destê terorîstên DIŞIê azad bikin.
