Li ser sînorê Başûr û Bakur şer derket
Li gorî agahiyan, komek gundiyên Bakurî yên ku dixwestin ji Başûr derbasî devera Şemzînanê ya Bakur bibin, li ser sînor rastî astengiya leşkerên Tirk hatin.
Hat gotin ku di vê heynê de gerîlayên PKKê gulle berdane leşkerên tirk û leşkeran jî bi topan li wan dane.
PKKê jî ragihandiye, leşkerên Tirk duh nîvro çeperên gerîlayên wan dane ber topan lê agahiyên zêde li ser vê yekê nedaye.
Duh jî li çiyayê Tendûrekê yê nêzîkî bajarê Diyadînê yê Bakurê Kurdistanê, di navbera gerîlayên PKKê û hêzên Tirk de şer derketibû.
Di encamê de rayedarekî HDPê û gerîlayekî PKKê jiyana xwe ji dest dabûn, 4 leşker û sivîlek jî birîndar bibûn.
Rudaw
