• Tuesday, 17 February 2026
logo

Serokatiya PDKê civiya

Gulan Media April 13, 2015 Nûçe
Serokatiya PDKê civiya

Civata Serokatiya partiya demokrata Kurdistanê civiya.

Duh bi Serokatiya Serok Barzanî civata Serokatiya partiya demokrata Kurdistanê civiya û piştî bi dawî hatina civînê jî daxuyaniyeke nivîskî hate weşandin.

Di daxuyaniya han de hatiye eşkere kirin ku di civînê de behsa çendîn mijar û babeta hatiye kirin û ev mijar û babet jî ewin.

Yekem: Rewşa Îraqê ya piştî êrîşên terorîstên DIŞIê bo ser çend deverên Îraq û Kurdistanê û dagîr kirina wan deveran ku bûye sedema vê yekê guhertinên berçav di tikiliyên part û aliyên siyasî yên navxweyî ên Îraqê de çê bibin, her wek hevpeymaniya cîhanî ya li ser asta cîhanî, Îraqî û deverê li ser bingeha berejwendiyên netewî, olî û etnîkî pêk hatin. Herwiha li ser esasê berejwendiyên siyasî yên hevbeş weke hevpeymanî di warê bawermend bûn bi damezrandina demokrasî li Rojhilata Navîn de ku di encam de hêzên nû di nava hevsengiyên siyasî de derketin û Kurdistan jî ji bandora wan guhertinan bidûr nebû û weke hêzeke siyasî, abûrî û leşkerî yê xwedan bandor û roleke yekalîker yê beşek ji kêşeyên siyasî û leşkerî yên Cîhan û deverê tê dîtin.

Xelkê Kurdistanê hêviya vê yekê dikir ku piştî guhertinên sala 2003an li Îraq û deverê de, fêde ji wan guhertinan were girtin û şaştî û kêşeyên berê neyên dubarekirin û aştî li deverê de zal bibe lêbelê netenê ev hêviya han bicîh nehat belkû kêşeyên mezintir rastî gelê Kurd hatin lê gelê Kurd weke hertim tevahiya wan planên qirêj yên neyaran pûç dike.

Duyem: Rewşa Kurdistanê û şera sepandî, weke berê ev kesên ku naxwazên pêşkeftin û awedan kirina Kurdistanê bibînin û serkeftinên siyasî û dîplomatîkî yên Kurdistanê bibînin, şereke ne yeksan bi ser gelê Kurd de sepandin û di encam de hijmareke zêde pêşmerge û zarokên welatê me şehîd bûn û îro berxwedan û qehremaniya hêzên pêşmerge bûye babeta gerim ya li ser zimanê cîhanê û niha hêzên pêşmerge û dezgehên ewlekarî yên Kurdistanê parêzgariya mirofatî dikin û hêza yekaneye ku heta niha kariye bi moralên baş terorîstên DIŞIê rastî şikestê bike û roja bi roj bi hevkariya hêzên asmanî tevahiya deverên Kurdistanî yên ji derveya îdareya Kurdistanê ji Gerimyan heta çiyayê Şengalê ji destê terorîstan azad kiriye û qehremaniya gelê me ji Xaneqîn heta Şengal û Kobanê tirseke mezin xistiye nava dilê neyarên gelê me.

Sêyem: Peyvendiyên Kurdistan û Bexdayê, piştî aloz bûna peyveniyên navbera Hewlêr û Bexdayê yaku di encama xirab bikar anîna desthilatê ji aliyê çend kesên desthilatdar yên li Bexdayê de û birîna bûdce û mûçeya Kurdistanê zexteke mezin kete ser gelê Kurd û bandoreke gelek zêde li ser bername û planên hikûmeta Kurdistanê kiriye lêbelê gelê Kurd bi berxwedan rûbirûyê ev palan han jî bû û ev berxwedana gelê Kurd cêyê rêzdariyê ye.

Çarem, rewşa navxweyî ya Partî: Li gel destpê kirina êrîşên terorîstên DIŞIê yên bo ser Kurdistanê tevahiya endam, kadir û Serkirdatiya partî bi awayekî fedayî berê xwe dan eniyên şer û bûne hevkar û piştgîrê hêzên pêşmerge û dezgehên ewlekarî û hijmarek ji wan jî şehîd û birîndar bûn û em bi rêzdarî li helwesta han ya hevalên xwe dimizinîn.

Her di civînê de besha pirsa destûra bingehîn û Serokatiya Kurdistanê weke pirsa tevahiya Kurdistanê hatin nîqaşkirin û biryarên pêwîst jî hatine dayîn.
Top