• Tuesday, 17 February 2026
logo

Heyder Şeşo serbest hat berdan û peyamekê belav dike

Gulan Media April 13, 2015 Nûçe
Heyder Şeşo serbest hat berdan û peyamekê belav dike
Heyder Şeşo îro, 13ê Nîsanê, bi biryara dadgehê Heyder Şeşo serbest hat berdan.

Roja 5ê Nîsanê, Heyder Şeşo ku xwe wek fermandarê Hêzên Parastina Şingalê dide naskirin, ji aliyê asayişa Dihokê ve hatibû girtin, bi tohmeta avakirina hêzeke ne yasayî û li derveyî Wezareta Pêşmerge, ku bi navê Heşda Şeibî li Şingalê pere ji Bexdayê werdigirtin.

Çavkaniyê ji malbata Heyder Şeşo taybet ji BasNewsê re aşkere kir ku, piştî serbest berdana wî, dê Şeşo Heşda Şeibî li Şingalê hilweşîne û di nava hêzên fermî yên Herêma Kurdistanê de dê werin rêxistin. Tekez kir jî ku, Şeşo dê hemû peywendiyên xwe ligel Destya Heşda Şeibî li Bexdaî bibire.

Li gor heman çavkaniyê, dê Heyder Şeşo di peyamekê de hilweşandina hêza ku pêkanîbû, ragihîne.

Di destpêka Sibata borî de, Heyder Şeşo di hevpeyvînekê ligel BasNewsê ragihandibû ku, ew budce û mûçeya çekdrên di bin destê wî de (ku wê demê hezar çekdar bû) ji Desteya Heşda Şeibî li Bexdayê werdigire, tekez kiribû jî ku Bexda itîraf bi wê hêza wî kiriye.

Heyder Şeşo helgirê regeznameya elmanî ye û endamê Komîteya Navendî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ye, lewma frakesyona YNK li Parlementoya Kurdistanê, rojekê piştî girtina wî, ragihandibû bû ku Şeşoş hatiye revandin û cihê wî nediyar e.

Serokatiya Herêma Kurdistanê jî di daxuyaniyekê de ragihand ku, Şeşo bi biryara dadgehê û tohmeta avakirina hêzeke ne yasayî hatiye girtin, ew dê bi biryara dadgehê jî serbest were berdan.

Heşda Şeibî jî, rêxistineke çekdarî ye erebên Şie li Iraqê ye û di bin fermana Nûrî Malikî, yê ku dema serokwezîriya xwe budce û mûçeya Herêma Kurdistanê birîbû, de ye.

Basnews
Top