Eniya nêzîkî Hewlêrê: Şer gihîşt ber mala rêveber
Fermandeyê Hêzên Pêşmerge li eniya Guwêrê Cemal Murtke ji Rûdawê re ragihand: “Şevê din, seat 22:00 şer di navbera Hêzên Pêşmerge û çekdarên DAIŞê de derket û 20 deqeyan dirêj kir.”
Cemal Murtke wiha got: “Çekdarên DAIŞê ji aliyê Zûmarê ve bi rêya pira Guwêrê derbasî nava Guwêrê bibûn. Ji aliyê wê pirê û mala rêveberê nahyeya Guwêrê hewlek mezin dan ku xwe bighînin çeperên Pêşmerge, lê Hêzên Pêşmerge bi tundî bersiva wan dan û êrişa wan têk birin.”
Wî fermandeyê Pêşmerge da zanîn ku, “Piştî bidawîhatina şer, balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî gihîştin navçeyê û wan jî bi giranî li DAIŞê dan.”
Li gorî agahiyên Rûdawê, DAIŞ gellek ziyan da. Herwiha efsereke Pêşmerge bi navê Zahîr Kerîm Mistefa şehîd bû, ku xelkê bajarê Hewlêrê ye û 3 Pêşmerge jî birîndar bûn.
Rudaw
