• Tuesday, 17 February 2026
logo

Agirî- Gerîlayekî PKKê jî jiyana xwe ji dest da

Gulan Media April 12, 2015 Nûçe
Agirî- Gerîlayekî PKKê jî jiyana xwe ji dest da
Berpirsê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) li bajarê Bazîdê yê Bakurê Kurdistanê Nûrî Çelîk ragihand, di şerê Tendûrekê de jibilî rayedarê HDPê Cezmî Bûdak, gerîlayekî PKKê jî jiyana xwe ji dest daye.

Li çiyayê Tendûrekê li herêma Agirî ya Bakurê Kurdistanê, şer û pevçûna di navbera gerîlayên PKKê û hêzên artêşa Tirkiyê de didome.

Li gorî DÎHAyê, berpirsê DBPê li bajarê Bazîdê Nûr Çelîk diyar kir ku di şerê Tendûrekê de rayedarê HDPê Cezmî Bûdak û gerîlayekî PKKê jiyana xwe ji dest dane.

Çelîk her wiha got, nûnerê MEYA-DERê Cenap Îlboga jî birîndar bûye lê ji aliyê leşkeran ve hatiye girtin.

Li gorî agahiyên Çelîk, heta niha jî ew sivîlên ku çûbûn cihê şer, li wir in û cenazeyên Bûdak li ba leşkeran e û yê gerîlayê PKKê jî li cihê şer e.


Lê Fermandehiya Artêşa Tirki îdia kiriye ku di Lê Fermandehiya Artêşa Tirki îdia kiriye ku di wî şerî de “5” kesan jiyana xwe ji des dane ku li gorî wan “terorîst” in
Top