• Tuesday, 17 February 2026
logo

Rayedarê HDPê ji aliyê leşkerên Tirk ve hat kuştin

Gulan Media April 12, 2015 Nûçe
Rayedarê HDPê ji aliyê leşkerên Tirk ve hat kuştin
Berpirsê berê yê HDPê li navçeya Diyadînê ya Agirî, Cezmî Bûdak li cihê ku şerê PKKê û artêşa Tirk derketibû ji aliyê leşkerên tirk ve hat kuştin.

Îro danê sibê li çiyayê Tendûrekê li nêzîkî bajarê Diyadînê yê Bakurê Kurdistanê, di navbera gerîlayên PKKê û hêzên artêşa Tirk der şer derket. Tê gotin 4 leşker birîndar bûne û heta niha jî şer didome.

Li gorî agahiyên, ji ber sekinandina şerê han, komek sivîl wek “mertala zindî” çûn cihê şer lê rastî astengiya leşkeran hatin.

Lê kom ruxmî astengiya leşkeran derbasî herêma şer bû ji ber wê jî leşkeran gulle berdan wan.

Di bûyerê de berpirsê berê yê HDPê li bajarê Diyadînê Cezmî Bûdak jiyana xwe ji dest da û nûnerê komeleya MEYD-DERê Cenap Îlboga jî birîndar bû.

Hat zanîn ku hinek kes jî hatine girtin.

Top