• Tuesday, 17 February 2026
logo

Elmanya çekên bêhtir ji Pêşmergeyan re dişîne

Gulan Media April 11, 2015 Nûçe
Elmanya çekên bêhtir ji Pêşmergeyan re dişîne
Karwaneke din ji çekê Mîlan ji Pêşmergeyan re tê şandin, Elmanya jî çaverêyî pêşniyarên Pêşmergeyan e.

Îro, 11ê Nîsanê, Wezîrê Pêşmerge Mistefa Seyid Qadir û çend berpirsên din ên wezaretê ligel Cîgirê Wezîrê Bergirî yê Elmanya Marcus Krobl û şanda leşkerî ya ligel civiya.

Di hevdîtinê de, Marcus Krobl kêfxweşiya xwe ji rola Pêşmergeyên Kurdistanê di şer li dijî terorîstan de, herwiha şanaziya welatê xwe bi pêşkêşkirina alîkariyan bo Pêşmergeyan anî ziman.

Krobl daxwaz ji Wezareta Pşêmerge kir ku, li sr pêwîsriyên meşq û rahênanê pêşniyarên xwe pêşkêş bikin, daku di zûtirîn dem de ew kar li ser bikin, herwiha diyar kir ku di demek nêzîk de wê karwaneke din a çekê Mîlan bigihe dest Pêşmergeyan.

Di beramber de, Wezîrê Pêşmerge Mistefa Seyid Qadir spasiya welatê Elmanyayê kir, li ser piştgirîkirin û alîkarîkirina Pêşmergeyan kir,.

Basnews
Top