Barzanî helwesta xwe ragihand
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di hevpeyvînekê ligel kenaleke tirkî de got: “Ji Kobnê heta bi Xaneqînê, bi dirêjahiya 1500 kîlometirî, gelê Kurdistanê ligel terorîstên DAIŞê di şer de ye, li ser destê gelê Kurdistanê jî heybeta DAIŞê şikandin.”
Barzanî çûna Pêşmergeyan bo Kobanê ji bo piştgiriya şervanên Kurd li wî bajarê Rojavayê Kurdistanê bi “pêngavek dîrokî” da zanîn û got: “Roj bi roj pirsa yekîtiya gelê Kurdistanê pêşde diçe.”
Di tewerekî din ê hevpeyvînê de Barzanî ragihand ku, wî bersiva nameya ku rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Abdulla Ocalan jê re şandibû, daye. Herwiha ev rewşa niha bi “zemînek baş” ji bi karkirinê binav kir.
Derbarê pirsa heyama serokatiya Herêma Kurdistanê de, Barzanî wiha bersiv da “Ez qebûl nakim heyama serokatiya Herêma Kurdistanê bê dirêjkirin, ez dê pêbendî yasayê bibin.”
Barzanî diyar kir jî ku, ew niha ligell Parlementoya Kurdistanê û aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê di gotûbêjê de ye, dema bighin her rêkeftinekê, dê cîbicîbikin.
Ev demek ku Serokatiya Parlementoya Kurdistanê li ser daxwaza Barzanî ligel aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê civînan pêktîne, ji bo wergirtina nêrîn û hewlestên wan li ser pirsa serokatiya Herêma Kurdistanê.
Li ser serdana Serokwezîrê Iraqê ji bo Hewlêrê, ku roja 6ê Nîsanê encamdabû, Serokê Herêma Kurdistanê ew serdan bi girîng da zanîn, herwiha diyar kir ku wan komîteyek ji bo dîrasekirina hûrgiliyên proseya
Basnews
