• Tuesday, 17 February 2026
logo

Elmanya guhneda “lêborîna” Bayik

Gulan Media April 11, 2015 Nûçe
Elmanya guhneda “lêborîna” Bayik
Elmanya daxwaza lêborînê ya hevserokê KCK bi “bêyî girîngî” binav dike, herwiha tekez li ser biryareke xwe dike.

Berdevkê Wezareta Navxwe ya Elmanya di daxyaniyekê de ragihan ku, welatê wî pêdeçûnekê li ser qedexekirina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) nake.

Hevserokê Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Cemîl Bayik di hevpeyvînekê ligel çend dezgehên medyayî yê elmanî de, daxwaza lêborînê ji gelê Elmanyayê xwestibû, li ser çend kiryarên endamên PKK di salên 90î de li wî welatî.

Di vê derbarê de Berdevkê Wezareta Navxwe ya Elmanya ew lêborîna Bayik bi “Bêyî girîngî” da zanîn, herwiha diyar kir ku ew lêborîn nabe sedemek daku hikûmeta welatê wî pêdeçûnekê li ser biryara xwe derbarê PKK de bide.

Sala 1993an, hejmarek ji alîgirên PKK êrîş kiribûne ser balyozxaneya Tirkiyê li Elmanya û çend çalakiyên tund encamdabûn, tevî ku êrîşî govarek elmanî jî kiribûn.

Cemîl Bayik jî soz daye ku carek din bûyerên bi wî awayî naqewimin.

Rudaw
Top