Dayîka sê gerîlayên PKKê bû namzeda HDPê
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) roja 7ê Nîsana îsal lîsteya namzedên xwe yên hilbijartinên îsal ên Tirkiyê radestî Komîsyona Bilind a Hilbijartinan kir.
Di lîsteya HDPê de 268 namzedên jin hene ku yek ji wan, jina bi navê Hadle Ugur e, sê zarokên wê tevlî PKKê bûne; kurek wê tevlî YPGê bûye, 2 keçên wê jî tevlî PKKê bûne ku yek jê şehîd bûye.
Hadle Ugur ku hevjînê wê jî ji ber sûcên siyasî di zîndanê de ye, di rêza 9emîn a namzedên HDPê yên Rihayê de ye.
Hadle dibêje, eger ez hatim hilbijartin ezê xwedî li ciwanan derkevim û canê xwe ji bo wan bidim. Bila êdî li vî welatî xwîn nerije, bila êdî ciwanên me neçin çiyê û tevlî şer nebin.
Li gorî wê namzeda HDPê, ciwan neçar dimînin diçin çiyê “lê ez dixwazim êdî ev şer nemîne û çûyîna çiyê nebe neçarî.”
Rudaw
