• Tuesday, 17 February 2026
logo

Şandeke Tev Dem`ê serdana PDKPS’ê kir

Gulan Media April 10, 2015 Nûçe
Şandeke Tev Dem`ê serdana PDKPS’ê kir
Şandek ji Komîteya Têkiliyên Dîplomasî ya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) ya Girkê Legê bi armanca nirxandina geşedanên dawî serdana ofîsa Partî Demokratî Pêşverû Kurd li Sûriye (PDKPS’ê) kir.

Di civînê de Serokê Komîteya Dîplomasia TEV-DEM´ê Dr. Ebdulbaqî Hemo axivî û bal kişand ser geşedanên dawî yên Rojava û hemû herêmê û got: Pêwîst e hemû alî niha di vê demê de bi awayekî koordînekirî kar û xebatan bimeşînin.

Hemo destnîşan kir ku TEV-DEM´ê her dem ji bo serkeftina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û ji bo xebatên hevbeş a di nav hemû pêkhateyan de kar û xebatan dimeşîne û li ser wî esasî têkiliya wan bi hemû tevger û rêxistinên siyasî û civakî re pêk tê.

Endamê Komîteya Navendî ya PDKPS´ê Dr. Hesen Sêfedîn dazanîn ku yekitiya di nava hemû pêkhateyên siyasî û civakê de erka sereke ye û pêwîstî bi xebatên hevbeş heye û ev tişt anîn ziman: “Têkiliya me bi hemû partiyên siyasî re baş e, armanca me avakirina welatekî azad e ku hemû kes bi azadî û aramî têde bijîn.

Xendan
Top