Serok Barzanî pêşwaziya şandekî Encûmena Nîştîmanî ya Kurd li Sûriye kir
Li hevdîtinê de şanda mîhvan ji bo wê peroşiya ku rewşa Rojava de heye spasiya Serok Barzanî kirin û hewla Serok Barzanî ya ji bo rêxistina gotara Kurd û yarmetîdana doza Kurd li vê beşa Kurdistanê da bilind nirxandin.
Li beranber da Serok Barzanî ji bilî balkişandina li ser hereşe û tehdîda terorîstan û wê rewşa aloza li Sûriyê da heye, tekez li ser parastina yekrêziya di navbera aliyên Kurdî yên Rojava kir û bi pêwîstî jî zanî ku hemû alî bi tebayî û birayetiya li gel hevdû da kar ji bo bihêztir kirina doza Kurd bikin û berjewendiyên neteweyiyan li ber çav bigrin.
Her li vê kombûnê da hereşeyên ser Rojavayê Kurdistanê û metirsiya guherîna demografiya navçeyên Kurdnişînên Rojavayê Kurdistanê xistin ber behs û eve jî behs kirin ku hereşeyên terorîstan û hebûna nakokiya li navbera aliyên Kurdan hebûna mayîna Kurd li Rojava dixe li bin metirsiyekî mezin.
