• Tuesday, 17 February 2026
logo

Encumena Ewlekariyê navên kesayetiyên Yemenê dixe lîsteya reş

Gulan Media April 10, 2015 Nûçe
Encumena Ewlekariyê navên kesayetiyên Yemenê dixe lîsteya reş
Tê pêşbînîkirin Encumena Navdewletî ya Ewlekariyê deng li ser projebiryarekê bide ku li gor wê dê navê serkirdeyên Hûsiyan, Ebdilmelik Hûsî û kurê serokê berê yê Yemenê, Ehmed Elî Ebdilla Salih bikeve lîsteya reş.

Ew projebiryar ji aliyê welatên Kendavê û Urdunê ve hatiye pêşkêşkirin û dibe ku her 15 endamên Encumena Ewelkariyê îro yan jî sibê deng li ser bidin.

Lê Rûsya ku li dijî wê projeyê bû, hîn nediyare bê ewê mafê vîto bikar bîne yan na.

Projebiryar daxwaz dike şandina çekan ji bo Hûsiyan û hêzên Ehmed Salih bê qedexekirin herwiha hisabên wan di bankan de jî bên blokirin, herwiha ku geşta wan bo derve jî were qedexekirin.

Welatên Kendavê û Urdun di projebiryara xwe de daxwaz ji Hûsiyan dikin ku şer rawestînin û ji navçeyên ku dest danîne ser vekişin, herwiha razî bibin nakokî bi rêya danûstandinê re bên çareserkirin.

Rudaw
Top