Biden: Hîn şerekî dirêj li pêşiya wan e
Biden di gotarekê de li Zanîngeha Bergiriya Niştimanî de serkeftinên ku li Iraqê li ser DAIŞê hatine kirin bilind nirxand û got, pêşdeçûna DAIŞê li Iraqê hatiye rawestandin û li gelek cihan jî hebûna wê nemaye.
Bi baweriya Baydin, derketina DAIŞê alîkar bû ji bo hikûmeta nû ya Iraqê bê avakirin, herwiha diyar kir ku DAIŞ yê ku dixwaze Iraqê perçe bike bi xwe bû sedem ku iraqî bibin yek.
Cîgirê Serokê Amerîkayê herwiha helwesta serkirdeyên kurd, şîe û sunne ji bo avakirina hikûmetê û parvekirina dahatên petrolê bilind nirxand û got, Hêzên Pêşmerge û hêzên Iraqê bi piştgiriya hevpeymaniya navdewletî serkeftinên mezin bi dest xistine û bi tenê Amerîka 1300 êrişên asmanî li dijî DAIŞê pêk anîne.
Biden bal kişand ku hîn şerekî dirêj li pêşiya wan e, lê di heman demê de got, DAIŞê qelis û lawaz bûye.
Joe Biden pesnê Hêzên Pêşmerge da ku karîne navçeyeke berfireh rizgar bikin, ku ketibûn destê DAIŞê de.
Rudaw
