Hikûmeta Sûriyê guh nade daxwazên dijbereyê
Şanda rêveberiya Kantona Cizîrê ku di civînên Moskow de beşdar e, di daxuyaniyekê de nûnerên hikûmeta Sûriyê tometbar kir ku ew bi hemû rê û awayekî dixwaze tevlîheviyan di civînê de derxîne û naxwaze xalên ku dijbereyê pêşkêş kirine, bên gotûbêjkirin.
Şandeyê herwiha gumanê dixe ser helwesta şanda nûnerên Hikûmeta Sûriyê û dibêje, eger ew helwesta xwe neguhere wê hevdîtina Moskowê were têkbirin.
Duhî, şanda Hikûmeta Sûriyê ya bi serokayetiya Beşar Ceferî ligel aliyên dijbereya Sûriyê li Moskowê civiya û tê çaverêkirin ew civîn îro jî berdewam bike.
Şanda Hikûmeta Sûriyê pêşniyarên ji bo çaresekirina krîzê pêşkêş kirin, lê li gor daxuyaniyên beşdarên civînê, roja yekem bê ku bigihin ti rêkeftinekê bi dawî hat.
Nûnerên PYDê li Fransayê, Xalid Îsa ku ew jî tevlî civînên Moskoeê dibe, piştrast kir ku ew hîn negihiştine ti rêkeftinekê.
Balyozê Sûriyê li Moksowê Riyad Hedad jî pêşbînî kir ku di civîna îro de bigihin encamên erênî.
Rudaw
