DAIŞ daxwaza agirbestê ji Pêşmergeyan dike
Çavkaniyên agehdar li parêzgeha Kerkûkê radighînin ku, di dema dawiyê de çendîn car rêxitsina Dewleta Islamî ya radîkal (DAIŞ) daxwaza agirbestê ji Pêşmergeyên Kurdistnê dike, ew jî bi rêya nameyên ku bi serokê hozên ereb re dişîne, çavkaniyeke ewelkarî amaje dike ku, çekdar dixwazin xwe bi merc radestî Pêşmergeyan bikin.
Fermandarê Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li eniya Kerkûkê Mihemed Hacî Mehmûd îro, 8ê Nîsanê, ji rojnameya Şerq Ewset a erebî re ragihandiye ku“ Her tiştê di vê derbarê de xwecihî ye, hin car hozên ereb dixwazin ji bo parastina berjewendiyên xwe agirbest çêbibe, ew jî hewlên biçûk in.”
Mihemed Hacî Mehmûd ku di heman demê de Sekreterê Partiya Sosyal Demokrat a Kurdistanê ye got: “Şêniyên hin gundan daxwaz ji Pêşmerge û çekdarên DAIŞê dikin ku şer rawestînin, da ku zirar negihe wan” lê heta niha DAIŞê rasterast daxwaza agirbestê nekiriye û gelek tevlihevî di nava çekdaran derketiye piştî azadkirina Tikrîtê.
Derbarê rola Pêşmergeyan de li azadkirina Hewîce Hacî Mehmûd diyar kir ku “Di bernameya Pêşmergeyan de pêşdeçûna ber bi Hewîce ve nîne, hêzên kurdî bêhtir girîngiyê didin dûrxistina DAIŞê ji Kerkûkê û azakirina gundên kurdî, yên ku praniya wan bi rastî hatine azadkirin.”
Ji aliyê xwe ve, Periprsê Polîsên Qeza û Nahiyeyên Kerkûkê Serhed Qadir ragihand ku “Heta niha DAIŞê agirbest nexwestiye, lê ew bi çend rêyan nameyan dinêrin ku têde amadebûna xwe ji bo radestkitinê didin xuyakirin, bermaber lêborîna wan.”
Serhed Qadir tekez kir jî ku “Biryara lêborînê ne hesan e, taybet ji bo tawanbarên beşdar di pevçûnan de û destê wan bi xwîna welatiyan û Hêzên Pêşmerge û hêzên ewelkarî sor bûne.” aşkere kir jî ku hejmarek ji çekdarên DAIŞê xwe radestî hêzên ewelkariyê kirin û tedbîrên yasayî yê pêwîst derheqê wan de hatina standin.
Basnews
