Parlamana Danîmarkê dê alîkariya Kobanê bike
Endamê Parlemana Danîmark`ê Nîkolay Fîlomsin ragihand ku, zehmete alîkarî bi rêya Heyva Sor ya Sûrî bê şandin, lewra Hikûmeta Danîmark`ê bo gihandina alîkariyê bo Kobanê ewê bikeve peywendiyan digel Hikûmeta Turkiye.
Parlemana Danîmark`ê pirsa vekirina deriyên mirovî yên li ser sinorê Turkiye digel Rojavayê Kurdistan`ê ku, ji bajarê Efrîn û heya Dêrîk`ê ye ku Hikûmeta Turkiye ew derî girtine gengeşe kirin û Parlemanê daxwaz ji Wezîrê Derve kir ku, nameyek ya taybet rê bike ji Wezîrê Derve yê Turkiye daku deriyên bo alîkariya mirovî bo Kobanê vekin û dorpêça li Ser Rojavayê Kurdistan`ê jî rakin daku welatî bikaribin bi hêsanî vegerin cihwarên xwe.
Ji aliyê xwe Wezîrê Derve yê Danîmarkê di vê derbarê de soz da ku, ewê nameyekê rê bike bo Hikûmeta Turkiye û li ewê ser wan arîşeyan rawestin.
Xendan
