• Tuesday, 17 February 2026
logo

Proseya azadkirina Enbarê jî destpêkir

Proseya azadkirina Enbarê jî destpêkir
Hikûmeta Iraqê proseya azadkirina parêzgeha Enbarê ragihand, çekdarên Heşda Şeibî jî beşdar dibin.

Parêzgeha Enbarê yekemîn navçe bû ku, deverên wê ketibûn dest çekdarên rêxistina Dewleta Islamî ya radîkal (DAIŞ) de, berî ku tevaya wê parêzgehê ji aliyê wê rêxitsinê ve bê girtin.

Hikûmeta Iraqê di daxuyaniyekê de îro, 8ê Nîsanê, ragihand ku, proseya azadkirina tevaya Enbarê destpêkirin, livîn bi hêzeke mezin ji artêşa Iraqê û çekdarên Heşda Şeibî hatiye kirin.

Li gor daxuyaniyê, ew hêz li gundê Sicare (başûrê-rojavayê Enbarê) hatiye komkirin, dê êrîşa paqijkirina wê parêzgehê ji dest çekdarên DAIŞê ji wî aliyî ve destpêbike.

Ji aliyek din ve, çavkaniyên ewlekarî yên iraqî diyar kirine ku, Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî bixwe fermana destpêkirina wê operasyonê daye.

Di destpêka vê mehê, Nîsanê, de hêzên Iraqî ligel çekdarên Heşda Şeibî bajarê Tikrîtê ji DAIŞê paqij kiribûn. Piştî azadkirina Enbarê jî, dê ji axa Iraqê tenê Mûsil, ya ku 9ê Hezîrana sala borî, di dest çekdarên DAIŞê de bimîn.

Ev heyameke ku behsa proseya azadkirina Mûsilê jî ketiye rojevê, Ebadî jî ragihandiye ku neşeya demî ji destpêkirina wê proseyê re hatiye danîn, lê heta niha nediyare dê kengî destpêbike.

Basnews
Top