HDPê namzedên xwe eşkere kir: Di lîsteyê de 268 jin hene
Li Tirkiyê, îro roja dawî ya dayîna lîsteyên namzedan bû.
HDPê jî lîsteya namzedên xwe da Komîsyona Bilind a Hilbijartinan. Li gorî lîsteyê, Hevserokê HDPê Selahedîn Demîrtaş vê carê namzedê Stenbolê ye. Hevseroka HDPê Fîgen Yûksekdag jî namzeda Wanê ye.
Di lîsteya HDPê de navê Altan Tan jî tê dîtin. Heta duh jî nedihat zanîn ka Altan Tan dê dîsa bibe namzed yan na çimkî hefteya borî Demîrtaş jê re gotibû, tu vê carê nabî namzed.
Di lîsteya HDPê de navê endamên şanda Îmraliyê Hatîp Dîcle û Ceylan Bagriyanik, hunermend Ferhat Tûnç û Seroka Giştî ya Partiya Kedê (EMEP) Selma Gurkan nayê dîtin, ev jî wek sûrprîza HDPê hat nirxandin.
Dihat gotin ku rayedarên KCKê Zubeyir Ayder û Remzî Kartal jî dê bibin namzed lê li gorî agahiyên Rûdawê, hikûmet di wê baweriyê de bû ku namzediyan wan dê zirarê bide pêvajoya çareseriyê. Herî dawî nêrîna Ocalan li ser vê yekê hat standin û biryar hat dayîn ku ew nebin namzed.
HDPê her wiha nûnerê Tevgera Azadî Adem Ozcaner û endamê Komeleya Kurd a Şoreşgera Demokrat (DDKD) Îmam Taşcier jî wek namzed destnîşan kiriye.
Di nav namzedên HDPê de yên oldar ên mîna Mîr Dengîr Mehmet Firat, Altan Tan, Huda Kaya, Seher Akçinar, Ayhan Bîlgen û muftiyê berê Nîmetullah Erdogmuş jî hene.
Namzedên HDPê yên elewî jî hene: Turgut Oker û Alî Kenanoglu ji Stenbolê û Muslum Dogan jî ji Îzmîrê.
Di nav namzedên HDPê de 268 jin hene. HDP dê ji 10ê Nîsanê ve dest bi xebatên hilbijartinê bike û bi çend zimanan propagandayên xwe bike. Dirûşma HDPê dê “Jiyana Nû” be.
1501 kesî ji bo namzediyê serî li HDPê dabûn, ji nav wan 550 kes hatin hilbijartin.
Rudaw
