• Tuesday, 17 February 2026
logo

Mafê PKKê bo vekirina debistanan tuneye

Mafê PKKê bo vekirina debistanan tuneye

Birêveberatiya perwerdehiya Dihukê dibêje mafê PKKê bo vekirina debistanan tuneye.

Piştî belav bûna nûçeyên vekirina çend debistanan ji aliyê YPGê û hêzên PKKê li devera çiyayê Şengalê, îro di presskonferansekî de birêveberê giştî yê perwerdehiya Dihukê Ebd Yûsif ragehand ku ev li dijî ew helwesta PKKê ne û PKK mafeke bi vê rengî tuneye ku li deverê de debistanan veke.

Yûsif eşkere kir ku bi tenê mafê perwerdehiya Dihukê heye û dikare di çarçoveyeke yasayî de debistanan li deverê veke.
Top