• Tuesday, 17 February 2026
logo

Pêşmergeyekî Rojhilatî li Rojava şehîd bû

Pêşmergeyekî Rojhilatî li Rojava şehîd bû
Li Rojavayê Kurdistanê pêşmergeyekî Rojhilatê Kurdistanê ji ber nexweşiyê şehîd bû.

Sekreterê Giştî yê Yekitiya Şoreşgerên Kurdistanê, Simko Yezdanpenah ji Rûdawê re got, îro danê sibê di dema perwerdeyê de pêşmergeyekî me bi navê Saman Rostemî ji ber nexweşiyê şehîd bû.

Yezdanpenah diyar kir ku piştî lêkolînê derket holê ku wî pêşmergeyî ji ber kirîza dil jiyana xwe ji dest daye.

Simko Yezdanpenah da zanîn, cenazeyê wî pêşmergeyî dê sibê ji Rojava derbasî Başûr bê kirin û li devera Qeladizê ya Başûrê Kurdistanê were veşartin.

Li gorî agahiyên Yezdanpenah, wî pêşmergeyî beriya ku şehîd bibe wesiyet kiribû dema şehîd bû li Qeldizê were veşartin, çimkî Qeladizê nêzîkî Rojhilatê Kurdistanê ye.

Saman Rostemî 24 salî bû û li bajarê Serdeştê yê Rojhilat hatibû dinê. Saman meha Mijdara par derbasî Rojava bibû û di şerê DAIŞê de alîkarî dida şervanên YPGê.


Rudaw
Top