Erdogan çû Îranê
Serdana Erdogan yekemîn serdana fermî ya serokekî Tirkiyeyê ji bo Îranê ye di nava 4 salên borî de û piştî çend rojan ji rêkeftina derbarê programa atomî ya Îranê de tê.
Tevî ku dorpêçên aborî li ser Îranê hatine ferzkirin, lê Îran bi rêya Tirkiyeyê re enerjiya xwe difiroşe herwiha zêr ji Tirkiyeyê dikire.
Biryar e Erdogan ligel Hesen Rûhanî û û rêberê olî Ayetullah Seyîd Elî Hamaney bicive.
Tê pêşbînîkirin ku pêwendiyên di navbera Tirkiyê û Îran de û gelek pirsên li Rojhilata Navîn de nakokin, bi taybet pirsa Sûriyê û vê dawiyê pirsa Yemenê bên gotşbêjkirin.
Rudaw
