• Tuesday, 17 February 2026
logo

Malbateke ereb 30 kurdên êzîdî rizgar kirin

Malbateke ereb 30 kurdên êzîdî rizgar kirin
30 welatiyên kurdên êzîdî li navçeya Teleferê ya rojavayê Mûsilê bi alîkariya malbateke ereb ji nav destê DAŞê reviyan.

Alîkarê Fermandarê Lîwaya 8 a Hêzên Pêşmerge, Remezan Nesrî ji Rûdawê re ragihand: “Şevê din seat 20:00, 30 kes ji kurdên êzîdî xwe rizgar kirin û îro serê sibehê gihîştin gundê Tilşorê yê nêzîkî devera Herdanê ya di bin destê Hêzên Pêşmerge de.”

Remezan Nesrî wiha got: “Ew 30 kes, 3 mêr in, 7 jin in û 20 zarok in. Bi alîkariya malbateke ereb li Teleferê karîn birevin û niha di bin parastina Hêzên Pêşmerge de ne û rewşa wan ya tendirûstiyê baş e.”

Wî fermandarê Pêşmerge wiha doamnd: “We 30 kes xelkê gundê Koço yê Şingalê ne û ji dema êrişa DAIŞê li ser wê navçeyê di destê DAIŞê de bûn.”

Rudaw
Top