Malbateke ereb 30 kurdên êzîdî rizgar kirin
Alîkarê Fermandarê Lîwaya 8 a Hêzên Pêşmerge, Remezan Nesrî ji Rûdawê re ragihand: “Şevê din seat 20:00, 30 kes ji kurdên êzîdî xwe rizgar kirin û îro serê sibehê gihîştin gundê Tilşorê yê nêzîkî devera Herdanê ya di bin destê Hêzên Pêşmerge de.”
Remezan Nesrî wiha got: “Ew 30 kes, 3 mêr in, 7 jin in û 20 zarok in. Bi alîkariya malbateke ereb li Teleferê karîn birevin û niha di bin parastina Hêzên Pêşmerge de ne û rewşa wan ya tendirûstiyê baş e.”
Wî fermandarê Pêşmerge wiha doamnd: “We 30 kes xelkê gundê Koço yê Şingalê ne û ji dema êrişa DAIŞê li ser wê navçeyê di destê DAIŞê de bûn.”
Rudaw
