• Tuesday, 17 February 2026
logo

Kantona Efrînê navbênkariya rejîm û Eniya Nusre dike

Kantona Efrînê navbênkariya rejîm û Eniya Nusre dike
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a KantonaEfrînê navbênkariya rejîm Sûriyê û Eniya Nusre kir, ji bo veguhertina dîlên li cem her du aliyan.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan di daxuyaniyekê de îro, 6ê Nîsanê, ragihand ku li derdora bakurê Helebê prosey veguhertina kesên dîlkirî di navbera Eniya Nusre û çekdarên alîgirên rejîma Sûriyê de birêbe çû.

Li gor ku di daxuyaniyê de hatiye, proseya veguhertinê li gundên Nubil û Zehraa birêve çû, ku bi navbênkariya Desteya Bergirî û Parastinê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li Efrînê bû, di encam de Eniya Nusre 10 zarok û 15 jin ji pêkhateya “elewî” serbest berdane.

Ew welatiyên elewî beriya salekê di dema êrîşa çekdrên Eniya Nusre li ser gundên Nubil û Zehraa hatibû dîlkirin.

Di beramber de, çekdarên alîgirên rejîma Sûriyê, Serkirdeyê Leşkerî Di Artêşa Islamê De “Yûsif Zeraa” serbest berdan.

Ev yekemîn car e belav dibe ku, aliyekî kurdî navbênkariya Eniya Nusre û çekdarên alîgirên rejîma Sûriyê dike.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li Kantona Efrînê di 29ê Çileya sala borî de, ji aliyê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û çend alîgirên wê ve hatibû ragihandin, heta niha jî Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) tevlî wê rêveberiyê nebûye û itîrafê jî bi wê nake.

Basnews
Top