• Tuesday, 17 February 2026
logo

Barzanî: Siyaseta me ya petrolê serkeftî ye

Barzanî: Siyaseta me ya petrolê serkeftî ye
Serokwezîr Barzanî ragihand ku, siyaseta petrolê ya Herêma Kurdistanê serkeftî ye, lê ji ber erzanbûna bihayê petrolê “bandoreke mezin li ser pêvajoya ku em têde ne kir.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistan Nêçîrvan Barzanî di civîna Encûmena Wezîran de, ku duh 5ê Nîsanê birêve çûbû, ragihand ku “Herêma Kurdistanê xwest ku peymana petrolê ya ku di navbera Hewlêr û Bexdayê de hat îmzekirin, li gor yasaya budçeya Iraqê be. Herêma Kurdistanê vê gavê û di paşerojê de jî dixwaze pirsgirêkên navbera xwe û Bexdayê çareser bike.”

Serokwezîr Barzanî tekez li ser siyaseta Herêma Kurdistanê ya serkeftî di warê petrolê de kir û got: “Siyaseta me ya petrolê serkeftî ye. Lê belê ji ber ku bihayê petrolê erzan bû, vê erzanbûnê tesîreke cidî li ser pêvajoya ku em tê de ne, kir.”

Barzanî li ser rizgarkirina Tikrîtê jî rawestiya û ji ber serketfina hêzên artêşê, Serokwezîrê Iraqê Haydar Ebadî pîroz kir.

Wezîrê Pêşmerge Mustafa Seyîd Qadîr jî, ku di civînê de beşdar bû, behsa serdana şanda Wezareta Pêşmerge ya ji bo Fransayê kir û hûrgiliyên wê serdanê ji Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê re aşkere kir.

Mistef Seyid Qadîr got ku Serokomarê Fransayê François Hollande cara yeke e ku pêşwazî li şandeke wiha dike û wiha dewam kir: “Hollande soz da ku alîkariya leşkerî ya ku Fransayê da pêşmergeyan wê dewam bike.”

Basnews
Top