HDP - Lîsta dawî ya namzedan
Li Tirkiyeyê divê partiyên siyasî sibe heta seat 17:00ê listeya namzedên xwe, radestî Desteya Hilbijartinê a Bilind (YSK) bike.
Li Navend Giştî ya HDPê komisyona hilbijartinê ku di nava wan de hevserokên KCD, DBP, HDK û HDPê jî hene li ser diyarkirina namzedan dixebitin.
Komîsyona navendî dê hin nûnerê elewî, sosyalîst, kêmanî û saziyan li herêmên misoger qezenc bikin, bide xuyandin.
Ji bo berendamiyê 1501 kesan serlêdana HDPê kirine. HDPê di nava wan kesan de 550 namzedan hilbijerê û tê gotin dê herî kêm nivê wan jin be.
Rûdawê nav, cih û rêza hin namzedên bûne esehî bidest xist.
Hevseroka HDP Figen Yuksekdag dê ji memleketê xwe Adanayê bibe namzed.
Rêvebirê dibistanên ermeniyan Garo Paylan dê li Stnebolê weke namzed bê nîşandan.
Miftiyê Amedê yê berê Nimetullah Erdogmuş dê ji Amedê bê xuyandin.
HDP herwiha kesên oldar ji herêmên eseh qezenc bike, dê bixe di nav lîsta xwe de.
Nivîskarê elewî Haydar Işik dê ji Dersîmê bê xuyandin. Işik bi banga Ocalan beriya niha ji Ewropayê hatibû Tirkiyeyê.
Serokê Konfederasyona Yekîneyên Elewiyên Ewropayê (AABK) Turgut Oker jî dê li cihê hejmaran elewiyan zêde ji HDP bibe namzed. Herwiha di nava lîsteya HDPê de 4 kontejanên namzedên elewî hene.
Li Rihayê Osman Baydemir, Şaredara Baglarê ya berê Yurdusev Ozsokmenler û parlamenter Îbrahîm Ayhan bibin namzedên HDPê.
Hevserokê HDP Selahattin Demîrtaş, Parlamentera Îdirê Pervîn Buldan li Stenbolê, Parlamenter Îdris Balukên li Çewlîg, Endamê Şanda Îmraliyê Sirri Sureya Onder li Enqere, Endama Şanda Îmraliyê Ceylan Bagriyanik li Sêrtê, Hevserokê KCD Hatip Diclê û Leyla Zana li Amedê, Hevseroka KCD Selma Irmak li Colemêrg, Mir Dengir Firat li Adana yan jî Mersîn, Serokê Şaraderiya Dîlokê yê berê Celal Dogan li Dîlok, Serokê Giştî yê SDPê Ridvan Turan û Hevserokê HDK Ertugrul Kurkçu li Îzmir, Prof.Dr. Mithat Sancar û Prof.Dr. Kadrî Yildirim li Mêrdîn, Serokê Şaradariya Êlihê yê berê Necdet Atalay li Êlih, mirovê qurbaniyên bûyera Roboskî Ferhat Encu li Şirnêx, nivîskar Eşber Yamurderelî, stranbêj Pinar Aydinlar û Suavî li Stenbol, nivîskarê oldar Ayhan Bilgen li Konya, rojnamevan Gunay Aslan li Wanê, parlamentera berê ya Ewropayê Feleknas Uca li Êlih, Kemal Bulbul û hunermend Ferhat Tunç li Dersîmê weke namzedên HDPê bên nîşandan.
Cihê Sekreterê Giştî ya Hareketa Azadî Adem Ozcaner û nivîskara oldar Huda Kaya dê îro bê eşkere kirin.
Ji xeynî Demîrtaş û Bulda, HDP her wiha wan parlamenterên ku du caran bûne namzedên hilbijartinan êdî tevlî lîsteya hilbijartinan nake. Li gorî vê pîvanê, Aysel Tugluk, Emîne Ayna, Ayla Akat, Bengî Yildiz, Sebahet Tuncel, Îbrahîm Bînîcî, Hasîp Kaplan û Ozdal Ûçer êdî nabin namzed.
Parlamenterên ku Demîrtaş beriya bi wan re rûniştibû û yên dîsa nebin namzed ev in: Parlamenterê Amedê Altan Tan, parlamenterên Colemêrgê Esat Canan û Adil Zozanî, Parlamentera Qersê Mulkiye Bîrtane, Parlamenterê Agirî Xelî Aksoy, Parlamenterê Wanê Nazmî Gur û Parlamenterê Bitlîsê Husamedîn Zenderlîoglu.
HDPê dê piştî 7ê Nîsanê bi dirûşma “Jiyana Nû” dest bi mitîngên hilbijartinê bike.
Rudaw
