• Tuesday, 17 February 2026
logo

Wezîrê Bergirî yê Fransa serdana Kurdistanê dike

Wezîrê Bergirî yê Fransa serdana Kurdistanê dike
Wezîrê Bergirî yê Fransa serdana Hewlêrê dike, Wezareta Pêşmerge jî daxwaza çekên zêdetir ji wî welatî kiriye.

Fermandarê Fermandeya Artêşa Zêrevanî, Ezîz Weysî di daxuyaniyekê de îro, 5ê Nîsanê, ji BasNewsê re ragihand ku, mersaîma pêşwazîkirinê li şanda Wezareta Pêşmerge li koçka serokatiya Fransa “Bûyereke dîrokî bû”.

Ezîz Weysî aşkere kir ku “Me wek şanda Wezareta Pêşmerge daxwaza çekên zêdetir ji Fransayê kir, ji ber Pêşmerge li şûna cîhanê şerê DAIŞê dikin.”

Derbarê wê daxwaza Wezareta Pêşemrge de jî, navborî got: “Fransa soz daye ku çekan ji Pêşmeryeyan re bişîne, biryare ew soz jî di nêzîktirîn dem de cîbicî bibin.”

Weyîs da zanîn jî ku, wan daxwaz ji Fransa kiriye ku şêwirmendên xwe yên leşkerî li Herêma Kurdistanê zêde bike “ew daxwaz jî hat pesendkirin.”

Fermandarê Fermabndeya Artêşa Zêrevanî aşkere kir jî ku “Birayre di demeke nêzîk de Wezîrê Bergirî yê Fransa serdana Herêma Kurdistan bike û hajmreke şêwirmendên leşkerî jî ligel xwe bîne Kurdistanê, me daxwaz kir jî ku ew şêwirmend heyameke dirêj li Herêma Kurdistanê bimînin.”

Roja 1ê Nîsanê şandeke pile bilind ji Wezareta Pêşmerge serdana Fransayê kir û ligel serokê wî welatî François Hollande û raydarên leşkerî civiya bû, duh Şemiyê jî ew şand vegeriya Herêma Kurdistanê.

Basnews
Top