Cihê Pêşmergeyên dîlkirî li cem DAIŞê aşkere bû
Endamê Komîteya Pêşmerge li Parlementoya Kurdistanê Mehmûd Hacî Omer di daxuyaniyekê de îro, 5ê Nîsanê, ji BasNewsê re ragihand ku, tevî berdewamiya hewlên fermî û ne fermî ji bo azadkirina Pêşmergeyên dîlkirî li cem rêxitsina Dewleta Islamî ya radîkal (DAIŞ), tevî hewlên hozên ereb, lê heta niha tu hewleke di wê derbarê de negehiştiye encameke dilxweşker.
Mehmûd Hacî Omer diyar dike jî ku “Ji ber metirsiya ku niha li bajarokê Hewîce heye, DAIŞ ew Pêşmergeyên dîlkirî veguhestine Mûsilê.”
Wî parlementerî got jî: “Bi awayekî ne fermî, çend carekê DAIŞ daxwaza pare û veguhertina dîlan kiriye, beramber azadkirina wan Pêşmergeyan, lê herî zû ji vê yekê vegeriyan.”
Di dawiyê de wî endamê Komîteya Pêşmergey li Parlementoya Kurdistanê got: “Ez wek parlementer, tu hêviya min bi DAIŞê nîne li dê karekî wiha encam bide, ji ber ku çend caran amaje bi wê yekê kirine ku, tu girîngiya dîlkiriyên li cem wan nîne.”
Roja 15ê Çileya borî û di encama êrîşeke çekdarên DAIŞê ser eniya başûrê-rojavayê Kerkûkê, 17 Pêşmerge dîl ketibûn destê çekdaran de Heta niha 3 ji wan Pêşmegeyan hatine şehîdkirin.
Basnews
