Nêçîrvan Barzanî: Em amadene piştî rewş normal dibe koçber û penaberan biparêz in
Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê, roja sêşemiyê 04.04.2015ê li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li kardînal Fernando Felonî nûnerê Papayê Vatîkanê kir û di civînekê de nûnerê Vatîkanê sipasiya hikûmeta herêma Kurdistanê kir li hmeber wê yekê ku hijmareke zêde ya koçber û penaberan, bi taybetî koçber û penaberên mesîhî ku ji tirsa kiriyarên hovenayên terorîstan qesta herêma Kurdistanê kiriye, hewaninde û alîkariyên pêwîst pêşkeşîm wan kirine û got ku, rewşa koçber û penabrên li herêma Kurdistanê, miqayîse digel destpêka hatina wan, gelek baştir e û hêvî kir ku, di demek zû de rewş normal bibe û ew koçber bo ser mal û mikên xwe vegerin û digel hemû pêkhateyên din bi biratî û aşitî bijîn.
Nûnerê Papayê Vatîkanê silav û sipasiyên Papayê Vatîkanê gihandin serokwezîrê herêma Kurdistanê û behsa qurbanîdanên pêşmergeyê Kurdistan li şerê dijî terorîstên DAÎŞê kir û serkeftinên pêşmergeyê Kurdistanê di bereyên şerê dijî terorê de ku, bê cudahî bergiriyê ji hemû pêkhateyên deverê dikin, bilind nirxandin.
Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê sipasiya serdana nûnerê Papyê Vatîkanê bo herêma Kurdistanê kir û behsa serdana xwe ya dawiyê ya bo Vatîkanê û hevdîtina digel Papayê Vatîkanê kir.
Barzanî ji şandeya mêvan re got ku, herêma Kurdistanê bawerî bi biratî, pêkvejiyan û yekrêziya hemû pêkhateyan heye û berdewam dibe li ser alîkarîkirina koçber û penaberan û hêvî xwest ku di demek zû de rewş normal bibe, hemû koçber û penaber bo ser mal û milkên xwe vegerin û hikûmeta herêma Kurdistanê amadeye wan biparêze.
